Ji bo azadiya rojnamevan Dawit Îsaak ê 15 sal in di hucreyê de ye, çalakî hat lidarxistin
Rojnamevanê welatiyê Swêdê Dawit Îsaak ev 15 sal in di girtîgehek li Erître de tê girtin. Bi wesîleya sala 15. çalakî hat lidarxistin.
Rojnamevanê welatiyê Swêdê Dawit Îsaak ev 15 sal in di girtîgehek li Erître de tê girtin. Bi wesîleya sala 15. çalakî hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê 9 saziyên medya û rêxistinên civakî yên sivîl ve hat lidarxistin, ku di nav de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rojnamevanên Sînornenas, Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, Kulûba PEN a Swêdê, Federasyona Rojnamevanan, Yekîtiya Weşangeran û rojnameya Exprerssen jî hene.
Rêxistinên xwepêşandan organîze kirin, ji bo balê bikişînin ser şert û mercên jiyanê yên Îsaak, hucreyek ji text a bi qasî hucreya Îsaak lê dijîn çêkirin û li Gara Navendî ya Stockholmê bi cih kirin. Ji mirovên li vê derê hat xwestin, bikevin nava vê hucreya tarî û 15 deqeyan tê de bimînin.
Îsaak, ji ber ku gotarek ji rojnameyek li Erître re nivîsand û polîtîkaya hikûmetê rexne kir, di 23'ê Îlona 2001'an de hat girtin. Tevî ku 15 sal di ser re derbas bûne, hê doz lê nehatiye vekirin û ew dernexistine pêşberî dadgeriyê. Destûr nayê dayîn ku malbata xwe û parêzerên xwe bibîne.
Heta vê dawiyê nedihat zanîn bê Îsaak sax e yan na. Di Hezîrana îsal de, Wezîrê Karên Derve yê Erîtreyê Osman Saleh ji Radyoya Fransayê RFI re axivî û diyar kir, ku Îsaak dijî û wê hikûmet biryarê bide bê kengî derkeve pêşberî dadgehê.
Ji koordînatorên çalakiyê Brît Stakston der barê çalakiyê de ji ajansa me re axivî û anî ziman, ku bala gel gelekî li ser çalakiya wan bû. Stakston da xuyakirin, ku di nava 6 saetên çalakiyê de 14 kes bi 15 deqeyan di hucreyê de man û destek dan Îsaak.
Serokê saziya Rojnamevanên Sînornenas Jonathan Lûnqvîst jî got, girtina Dawit Îsaak a 15 salan li girtîgehê, ji bo hikûmeta Swêdê neserketineke mezin e û destnîşan kir, ku divê Swêd êdî rastiya rejîma Erîtreyê bibîne.
WÊ XWEPÊŞANDAN BÊN LIDARXISTIN
Roja 23'ê Îlonê saet di 10:00 de wê li ber Sefaretxaneya Bilind a Erîtreyê ya li Stockholmê, piştî nîvro jî li Stasyona Trenê ya Navendî xwepêşandan bên lidarxistin û hikûmeta Erîtreyê were şermezarkirin. Li Fûara Pirtûkan a Goteborgê ku îro destpê kir, ji bo balê bikişînin ser binpêkirina maf û azadiyan ên li Erître, wê panel û semîner bên lidarxistin.