Ebadî careke din ji Tirkiyeyê xwest ku leşkerên xwe ji Iraqê derxîne

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî û careke din xwest, leşkerên Tirk ji Iraqê bên derxistin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ku beriya niha gelek caran dabû xuyakirin, ku divê dewleta Tirk hêzên xwe yên dagirker derhal ji Iraqê derxîne, di civîna Neteweyên Yekbûyî de ev mijar careke din xist rojevê. Ebadî got, "Em ji dewleta Tirk dixwazin ku hurmetê nîşanî me bide û leşkerên xwe yên li Iraqê vekişîne. Ev yek di heman demê de hurmeta ji bo serweriya me ye. Divê were zanîn; hebûna dewleta Tirk a li Mûsilê li pêşiya operasona Mûsilê astengiyek e."

Ebasdî bal kişand ser pirsgirêkên li Iraqê û diyar kir, pirsgirêkên sereke yên Iraqê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û kêmbûna buhayê petrolê ye.

Ebadî ragihand, ji bo çareserkirina krîza aborî ya li welêt, hikûmeta Iraqê hin reform pêk aniye û anî ziman, ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ'ê û derxistina wan ji nava welêt, hemû cihêrengiyên li Iraqê têdikoşin.

Ebadî bang li dewletên cîhanê jî kir, ku pêşî li alîkariyên ji bo çeteyên DAIŞ'ê tên şandin, bigirin.