Qanûna têkîldarî desteka terorîzmê ya AKP’ê ditirsîne tevî Obama jî wê bê qebûlkirin

Qanûna bi navê ‘JASTA’ ya ku wê li Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) derfetê bide ku doz li welatên desteka terorîzmê dikin bê vekirin û hikûmeta AKP’ê jî bi awayekî eşkere dij derdikeve, ji hêla Obama hate vetokirin.

Lê tê payin ku Kongre vê vetoyê derbas bike û wê bibe cara yekem ku vetoyek Obama ji hêla Kongreyê bê redkirin.

Qanûna bi navê ‘Edalet li dijî yên destekê didin terorîzmê’ (Justice Against Sponsors of Terrorism Act — JASTA) li Senatoyê hatibû pejirandin. Qanûn rê vedike ku di serî de êrîşên 11’ê Îlonê, malbatên kesên ku di êrîşên terorê de jiyana xwe ji dest dane li dijî welatên ku destekê didin rêxistinên sûcdar dozên tazmînatê vekin.

OBAMA VETO KIR, TÊ PAYIN KONGRE VÊ DERBAS BIKE

Serokê DYA Barack Obama têkîldarî JASTA’yê nameyek şand Senatoyê û ragihand ku qanûnê veto dike. Obama îdîa kir ku wê qanûn prensîba ku mafê destlênedayinê ya dewlet û dîplomatan di xwe de dihewîne zeîf bike, hişyarî da ku bi qanûnê re çêdibe ku DYA li dadgehên navneteweyî bê darizandin.

Lê, tevî vetoya Obama jî bi awayekî teqez tê gotin ku qanûn wê bi desteka Komarparêzan re di Kongreyê de bê qebûlkirin û veto bê derbaskirin.

TIRKIYEYÊ ÎTÎRAF KIRIBÛ KU QANÛN ‘FIKARAN DIDE AVAKIRIN’

Qanûna navborî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya ku di serî de DAÎŞ û El Nûsra, bi awayekî eşkere destekê dide gelek rêxistinên terorî hêwirze kiribû. Piştî Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê, duh jî Wezareta Karên Derve ya Tirk daxuyanî dabû û îtîraf kiribû ku qanûn ‘fikaran dide avakirin.’

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bang li Obama hatibû kirin ku ‘qanûnê asteng bike.’