Keştiya penaberan a li peravên Misirê noqbûyî: 108 cenaze hatin dîtin

Her ku diçe encamên keştiya ku roja Çarşemê li peravên Misirê noqbûyî mezintir dibe.

Bi kesên ku îro hatin dîtin re hejmara kesên ku xeniqîne gihişt 108’an, ji 450 penabaran jî heta niha tenê 163 hatine bi saxî hatine rizgarkirin.

Piştî keştiya ku bi sedan penaber lê ne li rojhilatê Skenderiye li Behra Spî noqî avê bû, xebatên lêgerînê didomin, îro jî 53 cesedên penaberan hatin dîtin. Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku hejmara kesên ku ji keştiya ku li peravên bajarê Rosette noqbûyî rizgar kirine gihiştiye 163 kesan.

Li gor hin çavkaniyan di vê keştiya noqbûyî de nêzî 600 penaber hebûn. Lê li gor daxuyaniyên dawî jî piraniya wan ji Misir, Sûdan û Erîtreyê, nêzî 450 kes lê bûn.