Hejmara qurbaniyên keştiya penaberan a li Misirê bin av bû zêde dibe
Piştî ku duh li peravên Misirê keştiyek bi sedan koçber tê de bûn noqî binê avê bû, zêdeyî 40 cesed ji deryayê hatin derxistin.
Piştî ku duh li peravên Misirê keştiyek bi sedan koçber tê de bûn noqî binê avê bû, zêdeyî 40 cesed ji deryayê hatin derxistin.
Keştî li rojhilatê Îskenderiyeyê ku li peravê Derya Spî ye, noqî binê avê bû. Li gorî hin çavkaniyan 300, li gorî hin çavkaniyan jî 600 penaber di vê keştiyê de bûn.
150 ji penaberên di keştiyê de bûn, duh êvarê hatin rizgarkirin. Lê belê 42 cesed ji nava avê de hatin derxistin. Fikar hene ku piraniya penaberên di keştiyê de bûn, xeniqîn e.