Bûsh jî li dijî Trûmp derket

Propagandaya hilbijartinên ji bo serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, dewam dike. Namzetê komarparêzan Trûmp roj bi roj desteka li eniya xwe winda dike.

Serokê berê George Bûsh jî ragihand, ku ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bide namzeta Demokratan Clînton.

Li gorî nûçeya tora rojnamevaniyê ya bi navê Polîtîco ku bi nûçeyên xwe yên ji nava siyaseta DYA tê naskirin, bav George Bûsh ê ji Partiya Komarparêzan ku di navbera salên 1989-1993'an de serokatî kir, ragihandiye ku wê dengê xwe bide namzeta Demokratan Hîllary Clînton. Polîtîco nûçeya xwe spart agahiyên ji Kathleen Hartîngton keça senatorê berê Robert F. Kennedy. Di nûçeyê de hat gotin, Bûsh wê dengê xwe bide Clînton.

Di nûçeyê de her wiha cih da wêneyekî Hartîngton ê bi Bûsh re kişandî, ku di malpera Facebookê ya Hartîngton de hatiye weşandin.

Berdevkê George Bûsh têkildarî nûçeya Polîtîco da xuyakiri, ku wê ti şîrov neyê kirin. Lê balkêş e, heta niha nehatiye gotin ku ev nûçe derew e.

George Herbert Walker Bûsh, ku di hilbijartinên sala 1988'an qezenç kir û di navbera salên 1989-1993'an de bû serokê DYA, di hilbijartinên sala 1992'an de li hemberî hevserê Hîllary Clînton Bîll Clînton winda kiribû. Ji kurên Bûsh George W. Bûsh jî piştre di navbera salên 2001-2009'an de serokatî kir û kurekî wî Yê din Jeb Bûsh jî di pêşhilbijartinên nava Komarparêzan de li dijî Donald Trûmp bûbû namzet. Lê belê Jeb Bûsh di Sibata îsal de xwe ji pêşhilbijartinê vekişandibû.

Li gorî anketên dawî, di navbera her du namzetan Trûmp û Clînton de cudahiyeke mezin a dengan nîne û şensê her du namzetan heye ku bi ser bikevin.