Li cîhanê ji her demê bêhtir mirov penaber in

Li kombûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), pirsgirêka penaberan jî hat nîqaşkirin. Hejmarên hatin eşkerekirin, asta pirsgirêka penaberan radixe pêş çavan.

Li gorî hejmarên sala 2015'an, li ser rûyê erdê ji her demê bêhtir mirov li welatê xwe yan jî li derveyî welat penaber in.

Malpera bi navê Statîsta hejmarên di vî warî de eşkere kir, ku agahiyên xwe spart daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR). Li gorî vê yekê hejmara mirovên di sala 2015'an de neçar man li cihekî derveyî axa xwe bijîn, 65 mîlyon bû.

Li gorî UNHCR, hejmara mirovên penaber bûne, gihîştiye asta herî bilind a piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê. Li gorî 5 sal beriya niha ji sedî 50 zêde bû.

Bi qasî 24,5 mîlyon penaber neçar man koçî welatekî din bikin. 41 mîlyon jî li nava welatê xwe penaber bûne.

Sûriyeyî li ser rûyê cîhanê penaberên herî zêde ne. Bi tenê li derveyî welat 5,1 mîlyon Sûriyeyî dijîn. Di rêza duyemîn de jî penaberên Afgan hene, ku 2,9 mîlyon ji wan li derveyî welat in.

Her wiha ji ber şerê li Iraq, Yemen, Lîbya, Sûdan a Başûr, Bûrûndî, Nîjer, Nîjerya, Komara Kongo ya Demokratîk û Komara Afrîka ya Navîn, bi deh mîlyonan mirov ji van welatan koçber bûne.

Di asla 2015'an de li parzemîna Ewropayê penaberan herî zêde xwe li Elmanyayê girtin. Di sala 2015'an de 736 hezar penaberan xwe gihandin Elmanyayê.