Wê di nav çend hefteyan de operasyona Mûsilê dest pê bike

Îdîa zêde dibin ku wê operasyona dorpêça Mûsilê ya bi armanca paqijkirina ji çeteyên DAÎŞ’ê di nav çend hefteyan de dest pê bike.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Mîchael Fallon ji bo 3 rojan hat Iraq û Başûrê Kurdistanê, da xuyakirin ku wê operasyon ‘di hefteyên pêş de’ dest pê bike.

Wezîrê Parastinê Mîchael Fallon piştî gera 3 rojan vegeriya Londonê û li vir têkîldarî operasyona dorpêçkirina Mûsilê got; “Bê guman DAÎŞ’ê wê têk biçe. Li Iraqê em nêz in ku bajarê mezin ê hatiye dagirkirin rizgar bikin.”

Fallon anî ziman ku Mûsil bajarekî mezin û komplîke ye, îfadeya “Lê wê bikeve, di demek nêz de wê bikeve” bi kar anî, diyar kir ku yekîneyên Iraqê li ser vî esasî hatine bicihkirin.

Herî dawî roja Pênçşemê bajarê Şargat ê 80 kîlometreyan li başûrê Mûsilê ye, ji çeteyan hatibû rizgarkirin. Şargat, li ser xeta artêşa Iraqê ye ku di dema operasyona Mûsilê de ji bo sewqiyatan wê bê bikaranîn.

Hikûmeta Iraqê soz daye ku heta dawiya vê salê Mûsilê rizgar bike, rayedarên Amerîkî jî daxuyaniyên mîna wê operasyona meha Cotmehê dest pê bike dan.