Lavrov: Heta muxalîf mîna DAÎŞ’ê bin, agirbest bê wate ye
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî, got pêkanîna xalên ku bi DYA re têkîldarî Sûriyeyê li hev kirine, gelekî girîng e.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî, got pêkanîna xalên ku bi DYA re têkîldarî Sûriyeyê li hev kirine, gelekî girîng e.
Lavrov dubare kir ku gelek komên li Sûriyeyê wek ‘muxalîf’ têne binavkirin, mîna DAÎŞ û El Nûsra ne.
Lavrov got, “Lê, gelek mirov hene ku dixwazin van lihevkirinan sabote bike”, destnîşan kir ku ‘ti alternatîfên lihevkirinê nîne’. Lavrov anî ziman ku ji bo ders ji bûyerên Sûriyeyê bê derxistin, pêşî li karesatekê bê girtin, di dema herî guncav de ne, destnîşan kir ku pêdivî pê heye ku DYA bandora xwe ya li ser ‘hêzên muxalîf’ bi kar bîne.
‘HETA KU MUXALÎF MÎNA DAÎŞ Û EL NÛSRA BIN, TI WATEYA AGIRBESTÊ NÎNE’
Lavrov bal kişand ser gelek komên ji bilî DAÎŞ û Fatah el Şamê (Navê berê El Nusra ye), anî ziman ku gelekê van ti ferqa xwe ji çeteyan nîne. Lavrov wiha axivî; “Heta ku komên DYA destek dike mîna DAÎŞ û Fatah el Şam bin, ti wateya agirbestê nîne.”
Her wiha Sergey Lavrov bang kir ku êrîşa li dijî konvoya alîkariyê ya 21’ê Îlonê pêk hat û êrîşa Amerîkî ya beriya niha gelek leşkerên rejîmê hatin kuştin ji hêla Desteya Giştî ya NY bi awayekî ‘bêalî’ were rapirsîn.
Her wiha, li gor agahiyên rayedarekî payebilind ê ji rêveberiya DYA, duh Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry bi demkurtî civiyane. Hate ragihandin ku hevdîtin ne fermî ye û lewre jî ti pêşniyar pêş neketine.