Li DYA êrîşa çekdarî: 4 mirî

Li Bûrlîngtona girêdayî bajarê Seattle ya DYA, li navendek kirîn û firotinê êrîşek çekdarî pêk hat. Li gor agahiyên destpêkê 4 kes mirin.

Li gor agahiyên polîsan, êrîş li Navenda Kirîn-Firotinê ya Cascade ya li Burlîngton a nêzî 100 kîlometreyan dûrî bajarê Seattle pêk hat. Kesên ku ketin navenda kirîn û firotina û gule reşandin, piştre reviyan. Piştî bûyerê li dor navenda kirîn û firotinê tevdîrên zêde hatin girtin, ji bo birîndaran jî alîkariya lezgîn pêk tê.

Polîsan bang li kesên ku li derdor dijîn kir ku ji malên xwe dernekevin û deriyê ji kesên nenas re venekin. Li gor agahiyên destpêkê, di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha birîndar jî hene, lê têkîldarî hejmara birîndaran ji aliyê polîsan ve ti agahî nehatin parvekirin.