Di şerê li Kongo de zêdeyî 100 kes mirin
Li Komara Kongo ya Demokratîk, ji roja Duşemê û vir ve şerekî dijwar diqewime. Hejmara mirovên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, sed derbas kir.
Li Komara Kongo ya Demokratîk, ji roja Duşemê û vir ve şerekî dijwar diqewime. Hejmara mirovên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, sed derbas kir.
Li paytext Kînshasayê, di xwepêşandanên partiya bi navê Yekîtiya Pêşvebirina Civakî û Demokrasiyê (UDPS) a mûxalîf ku li dijî Serokdewlet Joseph Kabîla lidar xist, şer qewimî. Hikûmetê ragihand ku di şerê li vir de 32 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Lê belê li gorî daxuyaniya UDPS'ê, di şerê bi polîsan re zêdeyî 100 kes mirin e.
Li Komara Kongo ya Demokratîk, ku navê wê yê berê Zaîre bû, li şûna Mobûto Seseseko yê di sala 1997'an de hat têkbirin, Laûrent Kabîla hatibû ser desthilatdariyê. Piştî ku Laûrent Kabîla di sala 2001'ê de bi sûîqestê hat kuştin, rêveberî ketibû destê kurê wî Joseph Kabîla.