Obama: Li Sûriyeyê çareseriya leşkerî nepêkan e

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Barack Obama da xuyakirin, ku li Sûriyeyê çareseriyeke leşkerî nepêkan e û careke din got, çareseriya dîplomatîk şert e.

Barack Obama weke serok cara dawî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) axivî. Obama got, "Li Sûriyeyê serketineke dawî ya leşkerî nîne. Divê em di rêya zehmet a dîplomasiyê de bimeşin". Obama dubare kir, divê destek ji hêzên hewl didin bi rengekî siyasî pirsgirêka li Sûriyeyê bê çareserkirin were dayîn û destnîşan kir, tevî şîdeta komên çete yên tund jî, çareseriya dîplomatîk wê 'bi bandor' be.

'NABE KU JIYANEKE BI HEV RE BI ZORÊ LI SER OL Û CIVAKÊN CUDA BÊ FERZKIRIN'

Obama got, "Eger pêwîstî bi nêrîneke durustî hebe, dikarim bêjim; ti hêzeke derve nabe ku zorê li ol û civakên etnîkî yên cuda bikin, ku bi zorê bi hev re bijîn" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Heta ku civak bersivê bidin pirsên bingehîn ên li ser jiyana bi hev re, wê kesên ji tevgerên tund, karê hilweşînê bidomînin. Wê gelek însan bi êş e.'

Barack Obama rêveberiya Rûsyayê jî renxe kir û anî ziman, ku Rûsya 'bi bikaranîna hêzê re dixwaze rûmeta xwe ya winda kiriye, ji nû ve bi dest bixe.'

Obama xwest, penaberên ji herêmên şer direvin, hê bêhtir alîkarî were dayîn.

Obama her wiha bang li Îsraîl û Fîlîstînê jî kir û destnîşan kir, ku girîng e Îsraîl dest ji polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê berde û Fîlîstînî jî êdî rewabûna Îsraîlê nas bikin.