SPD: Dîe Lînke û Keskan dikarin bibin koalîsyona çepgir

Li Elmanyayê ku AfD a ku bi gotinên dijberî penaberan di salekê de gihişt dengekî cîdî, îro ji sosyal demokratên ku li hemberî Partiya Çepgir xwedî helwest in daxuyaniyên erênî yên têkîldarî koalîsyona çepgir tê.

Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Thomas Oppermann ku şirîkê koalîsyonê ye, ji kovara Der Spîegel a heftane re axivî, got pêwîst e vebijêrka ‘koalîsyona sor-kesk- sor” a ku Partiya Çep (Dîe Lînke) û Keskan jî tê de ye bê fikrandin. Oppermann bal kişand ser zêdebûna dengên Ji bo Elmanyayê Partiya Alternatîf (AfD), destnîşan kir ku li dijî vê di asta federal de şansa koalîsyonek çepgir heye.

‘ÊDÎ DEMA GOTÛBÊJKIRINA KOALÎSYONA ÇEPGIR HATIYE’

Opperman anî ziman ku “Êdî dema gotûbêjê hatiye ku ka çi pêwîst e ji bo koalîsyona sor-kesk-sor di asta federal de jî bibe desthilatdarî”, xwest ku ev vebijêrk bê nîqaşkirin.

Thomas Oppermann got , ‘ji ber koalîsyona mezin’ a mabeyna partiya Angela Merkel CDÛ û SPD’ê de li Meclîsa Federal mûxalefetek xurt nemaye, der bir ku ev rewş jî wê AfD’ê xurttir bike. Oppermann wiha axivî; “Tenê ji bo vê jî divê li ser alternatîfên koalîsyonê bê fikrandin.”

ŞERTÊ XWE YÊ ‘ERÊKIRINA YE Û NATOYÊ’ DUBARE KIR

Lê, balkêş bû ku Thomas Oppermann ê SPD’î dema banga koalîsyona çep jî li ser Dîe Lînke ferz kir ku gelek helwestên xwe yên polîtîk biguhere. Oppermann daxwaza xwe dubare kir ku divê Dîe Lînke helwesta xwe ya li dijî Yekîtiya Ewropa (YE) û NATO’yê biguhere, xwest di van mijaran de helwesta xwe ‘zelal’ bike.  

Daxwaza Oppermann a ku eger di hevpeymana koalîsyonê de ku dibe bi Dîe Lînke re bê avakirin proje bên bicihkirin, divê ev ‘karibin bên fînansekirin’ û ‘li nirxên sosyal demokrat bikin’ jî balkêş bû.

Rêveberê SPD’ê parast ku daxwazên ji bo Dîe Lînkeyê di vê partiyê de tên nîqaşkirin û ev nîqaş jî ‘ber bi cihê ku tê xwestin ve diçe.’

SALÊN 2005 Û 2013’AN DIKARÎBÛ PÊK BIHATA, LÊ SPD’Ê MERKEL TERCÎH KIRIBÛ

Koalîsyonek çep a ji SPD, Keskan û Dîe Lînke pêk dihat, destpêkê di hilbijartinên sala 2014’an de li eyaleta Thurîngenê pêk hatibû. Tevî ku di asta federal de her 3 partî jî di hilbijartinên 2005 û 2013’an de piraniya desthilatdariyê bi dest xistibûn jî SP’ê piştî her du hilbijartinan jî koalîsyona bi partiya Angela Merkel CDÛ tercîh kiribû.