Di konferansa rojnamevanên Fransayî de li dijî AKP'ê bang hat kirin

Heyeta Kurdistaniyan a beşdarî konferansa Sendîkaya Rojnamevanên Fransayê de, li dijî darbekariya AKP'ê banga piştgiriyê kir.

Sendîkaya Rojnamevanên Fransayê li bajarê Nantesê konferans lidar xist. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncler Gulasor Ûzûr, endamê Navenda Civaka Demokratîk Nîzam Çewlik û ji kedkarên çapemeniyê Ferdî Bîngol jî beşdarî konferansê bûn.

Ûzûn li konferansê axivî û bal kişand ser darbekariya AKP'ê. Ûzûn diyar kir, AKP êrîşî Kurdan, Elewî û mûxalîfan dike û hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ûzûn bibîr xist, ku qenalên televîzyon û radyoyê hatine girtin û ev pirs kir: "Hûn ê piştgiriyê bidin hempîşeyên me yên bûn hedefa êrîşên dîktatoriya Erdogan?"

Ûzûn da zanîn, girtina televîzyona Med Nûçeyê, li demokrasiya Ewropayê nayê û got, "Girtina Med Nûçe ku têkiliya navbera Erdogan û DAIŞ'ê radixist pêş çavan, tê wateya destekkirina DAIŞ'ê." Ûzûn bang li çapemeniya Fransayê kir ku piştgiriyê bide wan.

'EM Ê BI WE RE BIN'

Ji Sendîkaya Rojnamevanên Fransayê Edoûard Perîn, Herve Kemph, Jean Chrîstophe Boûlanger, Patrîck Eveno, Domînîqûe Pradalîe jî rewşa li Tirkiyeyê nirxand. Qisekeran peyama "em ê bi we re bin" da rojnamevanên Kurdistanî û mûxalîf.