Êdî teqez bû ku wê hevpeyama ku li Parîsê di konferansa avhewayê ya COP21 hate qebûlkirin û meha Nîsanê ji hêla welatên NY hate îmzekirin, bikeve meriyetê. Hevpeymana Avhewayê ya ji hêla Parlamentoya Ewropayê (PE) jî hate pejirandin, bi ragihandin NY a têkîldarî 7 welatên YE qebûl kirine, wê meha Mijdarê bikeve meriyetê.
Di dengdana PE de 610 parlamenteran hevpeyman pejirandin, 38’an jî nepejirandin.
Ji bo Hevpeymana Avhewayê ya NY bikeve meriyetê, divê 55 welatên ku ji sedî 55 gazên serayê yên bi atmosferê ve tên berdan berpirs in, qebûl bikin. Tê payin ku Elmanya, Awûstûrya, Fransa, Portekîz, Macarîstan, Malta û Slovakya yên ku beriya niha jî ld parlamentoyên wan ên neteweyî de hevpeyman xistibûn dengdanê helwestên xwe ji NY re ragihînin. Piştî vê ragihandinê jî wê di nava 30 rojan de hevpeyman bikeve meriyetê.
Li gor Hevpeymana Avhewayê, divê rêjeya germbûna gerdûnî ya heta dawiya vê sedsalê li gor a 19’emîn herî zêde di bin 1,5-2 dereceyan de bê girtin û ji ber têkoşîna bi germbûna gerdûnî jî her sal alîkariyek malî ya 100 mîlyar dolar ji bo welatên ku bi pêş dikevin bê razan.