Saziyên Katolîk dest ji razemeniyên li enerjiya fosîlê berdidin

Hejmara saziyên dest ji enerjiya fosîlê berdidin, roj bi roj zêde dibin.

7 saziyên Katolîk ên li qada enerjiyê razemeniyan dikin, deklarasyoneke hevpar weşandin û diyar kirin, ku wan dest ji razemeniyên li ser enerjiya petrol, komir an jî gaza xwezayî yên zerarê didin avhewayê, berdane.

Di malpera Tevgera Katolîk a Cîhanê de, daxuyaniya çapemeniyê ya van saziyên Katolîk hat parvekirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat ragihandin, ji bo tevkarî li hewldanên pêşîgirtina li germahiya global were kirin, biryara betalkirina razemeniyên li qada enerjiya fosîl hatiye girtin.

Di nava van saziyên Katolîk de, saziya tenduristiyê ya bi navê SSM Health a li DYA û FOCSIV a li Îtalyayê, ku bi qasî 80 saziyên civakî yên sivîl ên Katolîk di bin sîwana xwe de vedihewîne, hene.