De Mîstûra bang li El Nûsra kir ku ‘ji Helebê vekişin’

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra xwest ku çeteyên El Nûsra yên li taxên rojhilat ên Helebê ku hatiye dorpêçkirin, bajar biterikînin.

Li Helebê operasyona hêzên rejîmê li dijî komên çete didome, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra daxuyanî da û hişyarî kir ku eger şer bidomin wê heta dawiya salê tevahiya taxên li rojhilatê bajêr hilweşin.

De Mîstûra ji bo şer rawestin, ji çeteyên El Nûsrayê ku navê xwe wek Fatah El Şam guherîne, xwest ku vekişin. De Mîstûra got di vekişandinê de wê ‘bi xwe hevaltiyê’ bike. De Mîstûra xwest bê qebûlkirin ku çete bi çekên di dest xwe de derkevin.

Li gor ajansa Rûs Tass jî Cîgirê Wezîrê Karên Derve Mîhaîl Bogdanov ev daxwaza Staffan de Mîstûra ‘erênî’ nirxandiye.

Tê texmînkirin ku nêzî 9 hezar kesên çekdar ên li dijî rejîmê, xwe li taxên rojhilatê Helebê bi cih kirine û ji van jî herî kêm 900 kes çeteyên El Nûsrayê ne ku navê xwe wek Fatah El Şam guheriye.