Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Pûtîn 'bi ser' ket

Di hilbijartinên Dûma Dewletê yên roja Yekşemê de, Partiya Rûsya Yekbûyî ya Pûtîn bi ser ket. Li gorî 5 sal beriya niha, hemû partiyan kêm kirin.

Ji bo hilbijartinê bang li 111 mîlyon hilbijêrên li gelemperiya welêt hat kirin, ku dengê xwe bi kar bînin. Rêjeya tevlîbûnê ji sedî 47,8 bû. Ev rêje di hilbijartinên sala 2011'an de ji sedî 63,7 bû.

Hilbijartin ji bo diyarkirina 450 endamên Dûma Dewletê pêk hat, ku baskê jêrîn ê Meclîsa Federal a Rûsyayê ye. Partiya Rûsya Yekbûyî ya Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn, li gorî vê rêjeya tevlîbûnê, dengên xwe ji sedî 49'an gihand ji sedî 54'an û hejmara kursiyên xwe jî ji 238'an kir 343'an. Lê belê hejmara dengên vê partiyê bi dest xist, ku di sala 2011'an de 32,3 mîlyon bû, di vê hilbijartinê de 4 mîlyon kêm kir.

Li hin herêman rêjeya tevlîbûnê ji sedî 30 bû. Di hilbijartinê de dengên hemû partiyên mûxalefetê kêm bûn. Partiya Komunîst a Rûsyayê ya bi serokatiya Genadî Zûganov ku di hilbijartinên sala 2011'an de bi rêjeya ji sedî 19'an 92 kursî bi dest xistibû, di vê hilbijartinê de daket ji sedî 13,3'an û 43 kursî wergirt. Komunîstan di sala 2011'an de 12,5 mîlyon deng standibûn, lê vê carê 7 mîlyon deng wergirtin.

Partiya demokrat a Lîberal a bi serokatiya Vladîmîr Jîrînovskî, ku bi kesayetiyeke xwe ya balkêş tê naskirin, bi rêjeya ji sedî 13,1'ê ancax 39 kursî qezenç kir. Partiya Rûsya Rojhilat a bi serokatiya Sergey Mîranov ji sedî 13'an daket ji sedî 6,2'an û 23 kursî wergirt.

Tevî ku encamên hilbijartinê serketina partiya Pûtîn nîşan didin jî, kêmbûna rêjeya tevlîbûna hilbijêran, ev 'serketin' kiriye mijara nîqaşê.