Di hilbijartina eyaleta Berlînê de partiya SPD bû yekem

Li paytext Berlîn a Elmanyayê di hilbijartina eyaletê de partiya SPD bû yekem. CDÛ, di dîroka Berlînê de dengê herî kêm stand, AFD jî di hilbijartinê de ji sedî 11 deng girt.

Li Berlînê di hilbijartinên eyaletê ya îro de Partiya Demokrat a Sosyal SPD) bû yekem. SPD ya ku di hilbijartinê de ji sedî 23’yê dengan anî, Demokratên Xiristiyan jî ji sedî 18’yê dengan bi dest xist. DCÛ, li gorî van rêjeyên dengan li Berlînê di dîrokê de rêjeya herî ketî ya dengan bidest xist.

Partiya Çep û Keskan jî ji sedî 16.5 deng bi dest xistin û patiya AFD a ku di demên herî dawî de weke partiya siyasî dihat gotûbêjkirin ji ji sedî 11.5 deng girt.

Di vê hilbijartinê de partiya çep ji sedî 4,5 dengên xwe zêde kir ev jî bal kişand, Partiya Lîberal jî ji sedî 4.7’ê dengan bi dest xist.