Li Elmanya bi sed hezaran kes li dijî TTIP û CETA'yê derketin qadan
Li dijî peymana bazirganiya serbest a di navbera Yekîtiya Ewropa(YE), DYA û Kanada de, li Elmanya bi sedhezaran kes derketin qadan.
Li dijî peymana bazirganiya serbest a di navbera Yekîtiya Ewropa(YE), DYA û Kanada de, li Elmanya bi sedhezaran kes derketin qadan.
Li dijî peyamana Hevkariya Bazirganiyê (TTIB) ya ku di navbera YE û DYA'yê de bi veşartî pêk tê û peyama Bazirganiya Serbest (CETA) ya ku li Kanadayê hate îmzekirin, li Elmanya, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiya Berlînê de li gorî polîsan 40 hezar û li gorî organîzatoran jî 70 hezar kes tevlê bûn. Li gorî Rêxistina Parastina Derdor û Hawirdorê (BUND) li Hambûrgê 65 hezar, li Frankfûrtê 50 û li Kolnê jî 55 hezar kes derketin qadan.
Çalakiyên li dijî TTIP û CETA'yê bi banga sendîka, rêxistinên hawîrdorê, komelên girêdayî dêrê têne kirin. Ev sazî dibêjin, bi peymanên TTIP û CETA'yê gelek standarên tendirustî, hawîrdorê û sosyal wê werin tunekirin, gelek hilberînerê çandiyê yên biçûk wê ziyanê bibînin.
Gelek jê her çendî li gel saziyên lobîyê bin jî ku ji hêla şîrketên navnetewî ve têne fînansekirin, bi pêşxistina bazirganiya serbest, dibêjin wê ekonomî mezin bibe.