Li Elmanyayê bêkartî kêm dibe, lê feqirî zêde dibe

Li gor Daîreya Statîstîkê ya Federal (Destatîs) û medyaya Elman, rêjeya feqiriyê ji sala 1990’î û vir ve gihiştiye asta herî bilind.

Li sor statîstîkan, li Elmanya ya nifûsa wê 82 mîlyon e, rêjeya kesên ku neçar in bi dahatûyek ku li gor diravên ku dikeve para her yekî ji sedî 60 kêmtir, sala 2015’an ji sedî 30 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 15,7’an. Destatîs, ji bo malên ji yek kesî pêk tên mehane 917 eûro, malên ji 4 kesî pêk tên jî 916 eûro wek sînorê feqîriyê diyar kiriye û malên binya van digirin jî wek ‘feqîr’ bi nav dike.

Li gor vê, rêjeya feqîriyê ya sala 2006’an ji sedî 14 bû, derveyî îstîsnayan her sal zêde bûye.

Nuqteyek din a balê dikşîne jî ew e ku li Elmanyayê ev 10 salên dawî ya feqîrî bi awayekî nîzamî zêde bûye, rêjeya bêkartiyê ketiye. Li gor rêbazê hesabkirina bêkartiyê ya Destatîsê, sala 2005’an rêjeya bêkartiyê ji sedî 11,7, sala 2016’an jî ev rêje heta 6,3’yan ketiye. Tê zanîn ku sedema vê jî ew e ku bi mîlyonan kes di karên ‘mînî Job’ de dixebitin ku ev mûçeyên wê kêm in û li derveyî çarçoveya sîgortaya sosyal e.

Li gor daneyên dawî, ji bêkaran sedî 59, ji karkeran jî 7,8 bi xeteriya feqîriyê dijîn, ev rêjeya mabeyna kesên ku alîkariya bêkartiyê digirin jî digihêje ji sedî 71,8’an. Navbera kesên ku ji ti saziyek perwerdeyê dîplomaya xwe nîne jî rêjeya feqîrtiyê ji sedî 46’an dibihure.