Gelên Rûsyayê ji bo hilbijartina Dûma Dewletê li ser sindoqan e

Li Rûsyayê, ji bo hilbijartinên giştî gel li ser sindoqan e. Di hilbijartinê de wê 450 endamên Dûma dewletê, ku baskê jêrîn ê Meclîsa Federal e, bên hilbijartin.

Ji bo hilbijartina 450 endamên Dûma Dewletê, bang li 110 mîlyon hilbijêran hatibû kirin, ku biçin ser sindoqan. Di hilbijartinê de 14 partî li ber xwe didin. Ji ber cudahiya demjimêrê, dengdanê li herêmên li rojhilatê welêt destpê kir. Sindoq wê herî dawî li bajarê Kalînîngradê yê li qiraxa Derya Baltikê bê girtin.

Di hilbijartinên 2011'an de, Partiay Rûsya Yekbûyî ya bi serokatiya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji sedî 49,32 ê dengan bi dest xistibû û ji 450 kursiyan 238 qezenç kiribû. Cihê meraqê ye ku Partiya Rûsya Yekbûyî wê vê rêjeya dengê xwe careke din bi dest bixe yan na. Li gorî hilbijartinên 2007'an Partiya Rûsya Yekbûyî di hilbijartinên 2011'an de 15 pûan kêm kiribû.

Di hilbijartinên dawî de Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê bi rêjeya ji sedî 19'an re 92 bi dest xistibû. Partiya Rûsya Rast jî, ku nêzî Pûtîn tê dîtin, bi rêjeya ji sedî 13'an, 64 kursî, Partiya Demokratên Lîberal a bi serokatiya Vladîmîr Jîrînovskî jî bi rêjeya ji sedî 11,6'an 64 kursî bi dest xistibûn.

Li gorî anketên dawî, Partiya Rûsya Yekbûyî di rêjeya ji sedî 40'î de dengan distîne