Merkel got: Polîtîkaya me şaş e
Piştî ku duh partiya CDÛ ya Serokwezîr Angela Merkel a di hilbijartinên eyaleta Berlînê de windakir û şûn de,Merkel got ku me di polîtîkaya koçberan de şaştiyek mezin kir, em bê amadekarî rastî hatina koçberan bûn.
Piştî ku duh partiya CDÛ ya Serokwezîr Angela Merkel a di hilbijartinên eyaleta Berlînê de windakir û şûn de,Merkel got ku me di polîtîkaya koçberan de şaştiyek mezin kir, em bê amadekarî rastî hatina koçberan bûn.
Piştî ku duh partiya CDÛ ya Serokwezîr Angela Merkel a di hilbijartinên eyaleta Berlînê de windakir û şûn de,Merkel got ku me di polîtîkaya koçberan de şaştiyek mezin kir û ev yek qebûl kir. Merkel anî ziman ku em ‘Bê amadekarî’ rastî pêla koçberan hatin, her wiha parastina hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re jî dewam kir.
Di hilbijratinên Parlementoya Eyaleta Berdlînê de Patiya Yekîtî ya Demokratîk a Xiristiyan (CDÛ) dengên xwe yên ji sedî 23,3 daxiste 17,6’an, vê partiyê di hilbijartinên heta roja îro rêjeya herî kêm a dengan bi dest xist, vê yekê jî pir bal kişand. Patiya Alternatîf (AFD) a di hilbijartina ku cara yekem beşdar bûyî û li dijî gotinên koçberan rêjeya ji sedî 14,2 ya dengan bidest xist.
Piştî windakirina partiya CDÛ awir zivirîn ser serokê partiya CDÛ û serokwezîr Angela Merkel. Merkel îtirafkir ku hemû rexneyên têkildarî mijara koçberan bimaf in.
Merkel diyar kir ku hikûmetê di sala 2015’an de ji beriya pêla koçberan ewlekariyên pêwîst negirtin, ‘Bê amadekarî’ rastî pêla koçberan hatin. Merkel her wiha tevî hemû rexneyan jî Peymana Koçberan a ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropay ê ku di meha Gulanê de hatibû îmzakirin û weke pêşeng rol dilîzî jî parast.
Angela Merkel anî ziman ku bi saya Peymana Koçberan jimarekî pir kêm koçber hatin welatê wan û ‘Mirina li deryaya Egeyê kêm bûne.’
Partiya Merkel CDÛ, di hilbijartina 4’ê Îlonê ya li eyaleta Mercklenbûrg-Vorpommernê de ji sedî 19’yê dengan bidest xist û piştî partiya AFD’ê ya ku di hilbijartinê de ji sedî 20,8’ê dengan bidest xist, bû partiya sêyemîn.