Rusya: Me êrîşî konvoya NY a li Helebê nekirye!
Rusya diyarkir ku ne artêşa Rûsya û ne jî ya Sûriyeyê êrîşî konvoya alîkariya mirovî ya ku diçû Helebê kirine û ‘Tenê hine delîlê şewitîna konvoyan’ hene.
Rusya diyarkir ku ne artêşa Rûsya û ne jî ya Sûriyeyê êrîşî konvoya alîkariya mirovî ya ku diçû Helebê kirine û ‘Tenê hine delîlê şewitîna konvoyan’ hene.
Genral Îgor Konaşenkov ê ku ji ajansa Interfaxê re axivî diyar kir ku ti têkiliya wan bi êrîşa li dijî konvoya alkariya mirovî ya aîdî Neteweyên Yekûbûyî ve nîne.
Konaşenkon da zanîn ku ne artêşa Rûsya û ne jî yên Sûriyeyê êrîşî konvoyê kirine, dîmenên têkildarî êrîşa li ser konvoyê hatine kirin hatine lêkolînkirin, hat nîşandan ku ti şopên bomberdûnamê li ser konvoyan nehatine dîtin. Generalê Rûs bi bîr xist ku tenê şewitîna konvoyê hatine dîtin, ti bandora bomberdûnamê ku li ser konvoyan hatibe kirin nehatiye dîtin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve hatî kirin jî diyar kir ku konvoya alîkariya mirovî li Helebê rastî êrîşa bomberdûmanê hatine. Her wiha di daxuyaniya Wezîrê Karê Derve ya DYE’yê de jî hate diyarkirin ku êrîş yan ji aliyê Rûsyayê yan jî Sûriyeyê ve hatine kirin.