Di keştiya antîk a noqbûyî de hestiyê mirovan hat dîtin

Li keştiya 2 hezar salî ya ku li Girava Antîkythera ya Yewnanîstanê di sala 1900'î de hat dîtin, di encama lêkolînan de hestiyê mirovan hat dîtin.

Li gorî nûçeya di kovara zanistiyê Nature de hat weşandin, li keştiya ji serdema antîk mayî, ku makîneya hesabkirinê ya weke Mekanîzma Antîkythera jî tê naskirin lê hat dîtin, hestiyê mirovan derket holê. Di nûçeyê de hat ragihandin, ku roja 31'ê Tebaxê tasa serê mirovekî, hestiyên mil, çend diran û qefesa sîngê hatine dîtin.

Li ser hestiyên hatine dîtin wê lêkolîna DNA were kirin. Ji Danîmarkayê pispor Hannes Schroeder ragihand, ku ev hestî yê mêrekî ciwan e. Schroeder da xuyakirin, ku li gorî mûayeneya destpêkê 'ev hestî naşibe yê mirovekî 2 hezar salî' û anî ziman ku di encama testa DNA'yê de wê bê tespîtkirin ku hestî yê mirovê ji kîjan qewmî ye.

Di vê keştiya antîk de, ku li peravên Girava Antîkythera hat noqî binê avê bû, di salên 1970'î de jî hestiyên mirovan hatibûn dîtin, lê hingî testa DNA li ser wan nehatibû kirin. Ji vê keştiya di sala 1900'î de hat dîtin, heta niha gelek parçeyên antîk hatin derxistin. Tişta herî girîng a heta niha hatiye derxistin jî makîneya hesabkirinê ye, ku weke Mekanîzmaya Antîkythera jî tê naskirin.