Obama: Operasyona Mûsilê 'nêz' e
Serokê DYA Barack Obama ku ji bo tevlî Civata Giştî ya NY bibe li New Yorkê ye, bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re rûnişt. Obama got, operasyona rizgarkirina Mûsilê, dibe ku bi lez bi pêş ve biçe.
Serokê DYA Barack Obama ku ji bo tevlî Civata Giştî ya NY bibe li New Yorkê ye, bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re rûnişt. Obama got, operasyona rizgarkirina Mûsilê, dibe ku bi lez bi pêş ve biçe.
Obama da xuyakirin, ku operasyona Mûsilê ya bi desteka Amerîkayê, dibe ku 'di her kêliyê de' destpê bike. Obama diyar kir, rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê wê karekî 'zehmet' be. Obama ragihand, ku ji ber mezinahî û berfirehiya bajarê Mûsilê, têkoşîna li vir wê giran be.
Serokê DYA destnîşan kir, ku 'asta herî krîtîk' a li Mûsilê, wê piştî rizgarkirina bajêr destpê bike û ji hikûmeta Iraqê xwest, ku di polîtîkayên piştî paqijkirina bajêr de, bi hesasî tevbigere. Obama têkildarî ji nû ve avakirina bajêr û rêveberiya herêmê got, "Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, divê bingeha îdeolojiya tund a çeteyan jî ji herêmê were rakirin". Obama da zanîn ku pêwîstî di vê çarçoveyê de bi ji nû ve avakirina bajêr heye.
Tevî ku gelek gund û bajarokên li dora Mûsilê hatine rizgarkirin jî artêşa ıraqê û pêşmergeyan hê dest bi operasyona mezin nekirine.