Rojhilatê Elmanyayê di parvekirina hatineyan de hê li paş e

Tevî ku di ser yekbûna du Elmanya re 26 sal derbas bûne, newekheviya navbera Rojhilat-Rojava hê jî dewam dike.

Nîveka hatineya neteweyî ya sala 2015'an a eyaletên rojhilat, li gorî eyaletên rojava, ji sedî 72 ye.

Elmanya wê di 3'ê Cotmehê de salvegera 26. a yekbûna her du Elmanyayan pîroz bike. Lê newekheviya hatineyan hê jî çareser nebûye. Li gorî rapora salane ya ji aliyê hikûmeta federal ve hat eşkerekirin, li 5 eyaletên ku berê di nava Elmanya Rojhilat de bûn, hatineya milî ya serê şexsekî li gorî eyaletên li rojavayê welêt, ji sedî 72,5 e.

Piştî yekbûna her du Elmanyayan, di sala 1991'ê de hatineya neteweyî ya serê şexsekî li rojhilatê Elmanyayê, li gorî eyaletên li rojava, ji sedî 42,8 bû.

Li gorî raporê, leza zêdebûna hatineya neteweyî ya li eyaletên rojhilat tevî ku li gorî eyaletên rojava bilindtir e, hê xwe negihandiye armanca rakirina newekheviya hatineyan. Li gorî vê yekê, di navbera salên 2011-2015'an de, hatineya neteweyî serê şexsekî li eyaletên rojhilat, bi rêjeya ji sedî 12,4'an zêde bûye. Ev leza zêdebûnê li rojavayê welêt ji sedî 10 bû.

Di raporê de hat ragihandin, nifûsa li eyaletên rojhilat, ji sala 2000'î û vir ve ji ber koçberî û kêmaniya zêdebûna xwezayî ya nifûsê, gelekî kêm bû. Nifûsa li eyaletên rojhilat ji sedî 6,4 kêm bû. Lê li eyaletên rojava ji sedî 1,6 zêde bû.