‘Li DYA tevgerek nû ya siyasî dikare derkeve holê’
Rewşenbirê DYA’yî Noam Chomsky diyar kir ku li DYA tevgerek nû ya siyasî dikare derkeve holê.
Rewşenbirê DYA’yî Noam Chomsky diyar kir ku li DYA tevgerek nû ya siyasî dikare derkeve holê.
Rewşenbirî DYA’yî Noam Chomsky ji ajansa nûçeyan a Elman DPA re axivî, têkîldarî kampanya hilbijartinê ya mabeyna Donald Trump û Hillary Clinton de hin nirxandin kirin, anî ziman ku bi yekgirtina kesên ku nerazîbûnên wan li dijî plutokrasiyê heye û feqîr in, dikare tevgerek nû ya siyasî çêbibe.
Chomsky diyar kir ku welatê wî di nav şêwazekî krîza demokrasiyê ye, destnîşan kir ku ya heyî ne demokrasî ye, plutokrasî ye ku şêwazekî rêveberiya olîgarşîk e.
Noam Chomsky got tevî gotin û kesayeta wî ya mijara nîqaşê jî beşek mezin a karkerên ‘spî’ piştgiriya Trump dikin, bal kişand ku polîtîkayên neo lîberal ev demek dirêj e vê beşa ‘li qorziyekê danîbû.’ Chomsky îfade kir ku ev beş niha ‘ji jiyanê xeydandî ne’ û ‘bi kîn in’, got sedema vê kînê jî ew e ku nûnertiya civakê nayê kirin.
Chomsky ragihand ku Trûmp li welatên ku karxane pêş ketine, wek yekemîn namzetê cîdî yê serokatiyê tê qebûlkirin, diyar kir ku îhtimal heye ku sîstema polîtîk a DYA biguhere. Chomsky got alîgirên Bernie Sanders û kesên bi bertek ên deng didin Trûmp dikarin bibin yek û partiyek nû ya siyasî dikare ava bikin.
Noam Chomsky ev îhtîmala ku wek ‘rêya sêyem’ bi nav dike dişibîne tevgera karkeran a salên 1930’î. Chomsky di dirêjiya axaftina xwe de got nuqteya yekgirtina beşên pir cuda dikare ‘hêrsbûna’ wan a li dijî neheqiyan be.