Berdevkê Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê Albay Moûstapha Ledrû got li dijî çeteyên Boko Haramê ku 12-14’ê Îlonê êrîş li dar xistine, operasyonên lêgerîn-lêkolînê bi awayekî hevpar têne kirin.
Ledrû diyar kir ku di operasyonan de ku li derdora bajarên Toûmoûr û Gûeskeroû yên girêdayî herêma Dîffa ya Nîjerya hatin lidarxistin, 38 çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxaneyên çeteyan jî hatine desteserkirin.
Boko Haram a tê zanîn bîatî çeteyên DAÎŞ’ê kirine, di êrîşên 12’ê Îlonê de ku li dijî herêma Dîffa pêk anîn, 5 leşkerên Nîjerê kuştibûn. Wezareta Parastinê ya Nîjer jî dabû xuyakirin ku di operasyonan de 30 çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn kuştin.
Boko Haram, ji sala 2009’an û vir be bi qetlîamên li derdora Gola Çadê ya bakurrojhilatê Nîjeryayê bi deh hezaran kes kuştin. Bi saya operasyonên hevpar ên artêşên Nîjerya, Çad û Nîjerê jî çeteyên Boko Haram di astek girîng de hate şikandin.