Piştî gotina 'wê we bişînin Tirkiyeyê' li kampa penaberan şewat derket
Li wargeheke penaberan a li girava Lesbos (Mîdîllî) a Yewnanîstanê, şewat derket. Gelek penaber di kêliya dawî de ji şewatê hatin rizgarkirin.
Li wargeheke penaberan a li girava Lesbos (Mîdîllî) a Yewnanîstanê, şewat derket. Gelek penaber di kêliya dawî de ji şewatê hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyan, şewat piştî ku hat gotin 'wê hin penaberan bişînin Tirkiyeyê' derketiye. Şewata li wargeya Morîa ya li Girava Lesbosê, danê êvarê hat vemirandin. Di bûyerê de bi qasî 50 kon şewitîn. Polîsan gotin, bi qasî 400 penaberên konên wan şewitîn li derve man e û nêzî 3-4 hezar penaberan jî kamp terikandine.
Hat ragihandin, bi qasî 150 zarokên li vê wargehê jî, ji herêmên cuda re hatine şandin.
Li gorî medya herêmî, piştî ku 300 penaberan xwestin tevlî xwepêşandanek li navenda giravê bibin, lê belê polîsan nehiştin penaber ji kampê derkevin, şewat derketiye. Ev xwepêşandan jî li ser belavbûna gotina 'wê gelek penaber li Tirkiyeyê bên vegerandin' pêk hat.
Li gorî malpera înternetê ya bi navê I Efîmerîda, ji ber îdîayên li ser dersînorkirinê, di navbera mirovên li herêmê de şer derketiye.
Morîa mezintirîn kampa penaberan a li Yewnanîstanê ye, ku zêdeyî 60 hezar penaber lê tên girtin.