Li Afganîstanê DAÎŞ hate bomberdûmankirin; Gelek çete hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Afganîstanê bi ser herêmeke ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe bi cih kiribûn bomberdûman pêk hat û herî kêm 15 çete hatin kuştin.
Hate ragihandin ku li Afganîstanê bi ser herêmeke ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe bi cih kiribûn bomberdûman pêk hat û herî kêm 15 çete hatin kuştin.
Hate ragihandin ku li nêzî navçeya Aşîn a girêdayî wîlayeta Nangarhar a li sînorê Pakîstanê, balafirên DYA di bomberdûmanê de bi hin sivîlan re gelek çeteyên DAÎŞ’ê kuştine.
Li gor agahiyên ku Midûrê Emniyetê ya Aşînê Mûhammed Alî dane, di bomberdûmanê de 15 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin, 3 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.
Ji wekîlên wîlayeta Nangarharê Estmatûllah Şînvarî jî got di bomberdûmanê de 13 sivîl, 6 jî çeteyên DAÎŞ’ê mirine.
Di daxuyaniya artêşa Amerîkayê de jî bomberdûmana li Aşînê ya îro hate piştrastkirin. Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkîldarî kuştinên sivîlan ên di encama bomberdûmanê de lêkolîn didome.
Nehat zelalkirin ku bê ka bomberdûman bi pêgerên hewayî yên bêmirov an jî bi balafirên bi pîlot pêk hatiye.