Li Nîjerê çeteyên Boko Haramê derbeyên giran xwarin

Hate ragihandin ku di operasyonên Nîjerê de ku nêzî 3 meh in li dijî çeteyên Boko Haram têne lidarxistin, herî kêm 123 çete hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Nîjerê Mustapha Ledru têkîldarî operasyonên lêgerîn-lêkolînê yên ku bi yekîneyên artêşê Çadê re li herêma Diffa ya li başûrrojhilatê welêt têne lidarxistin agahî parve kirin. Ledrû da xuyakirin ku di operasyonan de ku ji destpêka meha Tîrmehê ve didome, heta 28’ê Îlonê herî kêm 123 çeteyên Boko Haramê hatin kuştin, 14 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane.

Ledrû got hin çete hatine girtin û gelek çek û cebilxaneyên çetayan hatine desteserkirin, agahî da ku yên hatine kuştin jî ew in ku bi dizî ji Nîjeryayê derbasî welêt bûne.