Pisporên avhewayê têkildarî armancên germahiya global hişyarî dan

Têkildarî armancên Peymana Avhewayê ya nû, ku di Kanûna 2015'an de li Parîsê hat qebûlkirin û ji aliyê zêdeyî 60 welatan ve hat erêkirin, zanyaran hişyarî dan.

Zanyaran bibîr xistin, ku li gorî daneyên sala 2015'an zêdebûna germa global, li gorî sedsala 19'an di asta 1 pileyî de ye û gotin, divê hewldan bi du-sê qatên din bên zêdekirin.

Di bin navê 'Rastiyên li ser guherîna avhewayê' de 7 pisporên avhewayê xebatek meşandin. Serokê berê yê Panela Guhertina Avhewayê ya Navbera Hikûmetan (IPCC) Robert Watson encamên vî karî ragihand û têkildarî armancên Peymana Avhewayê ya nû hişyarî da.

Watson armanca 'hiştina germahiya global li binê 2 an jî 1,5 pileyê li gorî sedsala 19'an' bibîr xist û destnîşan kir, ku ji bo biserxistina vê armancê, pêwîstî bi hîn bêhtir hewldanan heye.

Watson û pisporên din gotin, eger welatên cîhanê hewldanên xwe zêde nekin wê zêdebûna germa global a ji 2 pileyî, ji texmînan zûtir pêk were û dan zanîn, germa sala 2015'an li gorî sedsala 19'an bi yek pileyî zêde bû. Pisporan diyar kirin, ji sedî 0,15 ê vê germê ji sala 2012'an û vir ve pêk hatiye.

Di rapora pisporan de hat ragihandin, eger hemû tedbîrên di peymana avhewayê ya nû de hatine qebûlkirin bên girtin jî, wê di sala 2030'î de germahiya global bi 1,5 pileyî zêde bibe.

Berdevkê tîma ev rapor amade kiriye Robert Watson her wiha işaret bi hilbijartinên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kir. Watson da xuyakirin, ku alîgira vê peymanê Hîllary Clînton bi ser bikeve jî, eger piraniya endamên li Kongreyê bi dest nexe, wê nikaribe sozên di peymanê de hatine dayîn bi cih bîne.

Di rapora pisporan de herî dawî tê gotin, ji bo germahiya global bi 2 pileyan zêde nebe, divê belavkirina gaza karbondîoksîtê (CO2) heta salên 2060 û 2075'an bi temamî bê qedandin. Halbûkî hê jî li ser rûyê erdê ji sedî 82 ê hilberîna enerjiyê ji çavkaniyên petrol, komir û gaza xwezayî tê kirin, ku ev jî atmosferê gemarî dikin. Petrol bi rêjeya ji sedî 31'ê serkêşiya vê qirêjiyê dike. Bi rêjeya ji sedî 29'an komir, ji sedî 22 jî gaza xwezayî atmosferê gemarî dike.