Bi deh hezarann malbatên li Elmanyayê ji ber testa ziman nikarin xwe bigihînin hev

Bi deh hezaran biyaniyên li Elmanyayê mafê wan ê mayînê heye, ji ber testa ziman nikarin malbatên xwe bînin cem xwe.

Partiya Çep (Dîe Lînke) di vî warî de pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Hundir a Federal kir. Di bersiva ji bo vê pêşniyar pirsê de, yek ji sê parên biyaniyên dixwazin bên gel hevserê/a xwe yên li Elmanyayê, li testa ziman dialiqin. Li gorî daneyên wezaretê, di nava 39 hezar 34 beşdarên testa ziman a derveyî welat de, 12 hezar 273 kesan di asteke têrker de not negirtine.

Dîe Lînke li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, testa ziman a weke şert li pêşiya xwegihandina hev a malbatan tê danîn, dibe sedem ku gelek malbat ji hev cuda bijîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, piraniya mirovên ji testê derbas nebûne, mirovên ji ber xizaniyê nikarin biçin qursa ziman in. Dîe Lînke ev rewşa ji ber testa ziman derketiya holê bi gotina 'sosret' pênae kir.

Wezareta Karên Hundir jî da zanîn, ku ji mirovên ji bo hevgirtina malbatan serlêdanê dikin, 'xwendin, nivîsandin û heta astekê hînbûna Elmanî' tê xwestin.

QURSÊN AHENGIYÊ YÊN LI ELMANYAYÊ ZÊDE BALÊ NAKIŞÎNIN

Li aliyê din, hat ragihandin ku asta tevlîbûna li qursên ahengiyê yên li Elmanyayê, kêmî bendewariyan e. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di 9 mehên destpêkê yên vê salê de, 206 hezar koçber tevlî qursên entegrasyonê bûne.

Lê di daxuyaniyên beriya niha yên hikûmeta federal de hatibû ragihandin, ku ew li bendê ne 550 hezar kes tevlî van qursan bibin.