Brîtanya reaktoreke nû ya nukleerî dide çêkirin
Ji ber bermayînên xetere û rîska teqînê, nîqaşa li ser rizgariya ji reaktorên nukleerî tê nîqaşkirin. Lê belê Brîtanya dest bi avakirina reaktoreke nû ya nukleerî kir, ku wê bi dehan salan bidome.
Ji ber bermayînên xetere û rîska teqînê, nîqaşa li ser rizgariya ji reaktorên nukleerî tê nîqaşkirin. Lê belê Brîtanya dest bi avakirina reaktoreke nû ya nukleerî kir, ku wê bi dehan salan bidome.
Brîtanyayê, ji bo reaktora nukleerî ya ji aliyê şîrketa enerjiya cemaweriyê ya Fransayê EDF û hevkarê wê yê Çînî EGN ve bê çêkirin, mohra xwe danî binê peymanê. Ev santrala nukleerî ya bi tîpa EPR, wê bi 19 mîlyar Sterlîn (21 mîlyar Euro) bê çêkirin. Li gorî planê, santral wê li Hînkley Poînt a li başûrrojavayê Îngilîstanê were çêkirin.
Santrala nukleerî ku çêkirina wê bi merasîmeke ji nûnerên Brîtanya Mezin û hikûmeta Fransayê hat îmzekirin, wê di sala 2025'an de dest bi hilberîna elektrîkê bike.
Gelek analîstên li Fransayê, vê yekê ji aliyê aboriyê ve bi rîsk dibînin. Rêxistinên hawirdorparêz jî bibîr dixînin ku ji sala 1965'an û vir ve li herêmê santrala nukleerî heye.
Fransa, piştî DYA welatê herî zêde xwedî raktorên nukleerî ye. Her wiha firotina teknolojiya nukleerê ji welatên din re, ji xwe re gelekî girîng dibîne.