FARC: Em amade ne peymanê nû bikin
Fermandarê Hêzên Çekdar ên Şoreşger li Kolombiyayê (FARC) Tîmoleon Jîmenez careke din got, ew ê dest ji peymana aştiyê bernedin, ku di referandûma roja Yekşemê de nehatibû qebûlkirin.
Fermandarê Hêzên Çekdar ên Şoreşger li Kolombiyayê (FARC) Tîmoleon Jîmenez careke din got, ew ê dest ji peymana aştiyê bernedin, ku di referandûma roja Yekşemê de nehatibû qebûlkirin.
Peymana Aştiyê, ku ji sala 2012'an û vir ve di encama danûstandinan de hat îmzekirin, di referandûma roja Yekşemê ya bi beşdariya ji sedî 37 de bi rêjeya ji sedî 50,2 hatibû redkirin.
Lîderê gerîla Tîmoleon Jîmenez ê bi navê Tîmoşenko tê naskirin, careke din dubare kir ku ew ê dest ji peymana aştiyê bernedin û got, 'Têkoşîna aştiyê winda nekiriye'. Tîmoşenko da zanîn, ew ê daxwazên gel li ber çavan bigirin û ragihand, weke FARC'ê ew amade ne peymanê nû bikin.
Tîmoşenko da zanîn, wan dest bi ji nû ve nirxandina peymanê kirine û encamên referandûmê jî dinirxînin. Tîmoşenko destnîşan kir, ku encamên referandûmê bûye sedem ku ew hîn bêhtir bi peymana aştiyê ve bên girêdan.
Fermandarê FARC'ê anî ziman, ku encamên referandûmê garantiya parastina agirbesta du alî ya di dawiya Tebaxê de hat îlankirin, daye.
Piştî ku peymana aştiyê di referandûma bi tevlîbûneke qels de hat redkirin, Neteweyên Yekbûyî biryar da nûnerekî xwe yê taybet bişîne paytexta Kuba Havanayê ku muzakere li wir tê meşandin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon diyar kir, ew ê bi lezgînî nûnerê xwe yê taybet bişîne.
Ban Kî-moon da xuyakirin, ku ew 'daxwaza kûr a ji bo aştiyê' ya gelê Kolombiyayê silav dike û bang li vê beşa civakê kir, ku ji bo aştiyeke mayînde û pêşîgirtina li şîdetê, zextê bike.