Ekîba lêpirsînê ya navnetewî têkildarî balafira Malezyayê ya MH17 ya rêwiyan ku li Rojhilatê Ûkranyayê 2014’an hatibû xistin û 298 rêwiyan jiyana xwe ji dest dabûn., diyar kirin ew gihaştina wê encamê ku balafir ji hêla komên alîgir ên Rûsyayê ve hatiye xistin.
Encamên ekîba lêpirsînê ya navnetewî ya di rêveberiya Konseya Ewlekariya Firînê ya Hollandayê (OVV) de hate hişkerekirin. Di encama lêpirsînê de tê gotin balafira Malezya ya ku 17’ê Tîrmeha 2014’an ketî, bi fûzeyên BUK’ê li herêma ku di bin kontrola komên Rûsyayê de bû, hate xistin.
Di lêpirsînê de li ser wêneyên peykê, îstîxbaratên xef, peyamên telefon û torên civakî û her wiha li ser îfadeya gelek şahidan rawestiyane.
Ekîbê îdîa kir fuzeya ku li balafirê xist beriya bûyerê ji Rûsyayê birin Ûkranyaya Rojhilat.
Rûsyayê ji destpêka lêpirsînêve diyar kir ti girêdana wan bi xistina balafirê re nîn e. Herî dawî ji hêla Qesra Kremlînê ve daxuyanî hate dayin û hate gotin, li gorî agahiyên ji radarên leşkerî yên Rûs hatine girtin, li devera ku balafir ketî ti fûze nehatine avêtin.
Têkildarî bûyerê havîna 2015’an hate xwestin ku dadgeha Neteweyên Yekbûyî were peywirdarkirin lê bi vetoya Rûsyayê ev nehatibû qebûlkirin.