Wê li Elmanyayê Konferansa Şengalê bê lidarxistin

Li paytexta Elmanya Berlînê wê 13’ê Cotmehê bi dirûşmeya “Şengal: Ji Qirkirinê ber bi Xwerêveberiyê- Êzidî Çarenûsa Xwe Diyar Dikin” konferans bê lidarxistin.

Navenda Komaleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Rêxistina Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî û Civaka Azad, li paytexta Elmanya Berlînê wê 13’ê Cotmehê bi dirûşmeya “Şengal: Ji Qirkirinê ber bi Xwerêveberiyê- Êzidî Çarenûsa Xwe Diyar Dikin” konferansê li dar bixin.

Di daxuyaniya têkîldarî mijarê de hate diyarkirin ku çeteyên DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an ku destpêka êrîşê ye, di hişê civaka Êzidî de travmayek çêkiriye û wiha dewam kir; “Êzidiyên li Şengalê û derdora wê dijîn, wê demê bêyî çek û parastinek leşkerî bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re hevrû bûn. Di encama vê êrîşê de bi hezaran Êzidî hatin înfazkirin, bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û piştre jî li bazarên koleyan hatin firotin. Zarok bi zorê Îslamî kirin û leşkeriya mecbûrî dan kirin. 73 fermanên li dijî civaka Êzidî bi vî şêwazî dest pê kir û wiha dewam kir.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta 12’ê Mijdara 2015’an jî Şengal di kontrola DAÎŞ’ê de bû, hate îfadekirin ku bi hezaran Êzidî heta wê demê ji hêla çeteyan hatibûn dorpêçkirin û bi derfetên kêm jiyana xwe domandin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku “Nîjadkujî û qirkirina cinsî nîşan daye ku divê tekane garantiya hebûna Êzidiyan xwerêveberî û xweparastin e” û hate destnîşankirin ku bi vê armancê jî Meclîsa Şengalê û Meclîsa Jinên Şengalê hatine damezirandin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şengal û derdora wê hatine rizgarkirin û wiha hate gotin; “Lê, hê jî birînên Êzidiyan nehatine pêçan. Nêzî 4 hezar jin û zarokên Êzidî hê di dest DAÎŞ’ê de ne, hê jî gelek gorên komî nehatine dîtin, hê jî Êzidiyên ku alîkariyên mirovî negihiştinê hene.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî gefa mirinê jî bi hezaran Êzidî ketine ser rêya Ewropayê û wiha dawî li hat; “Bi Konferansa xwe ya 13’ê Cotmehê wê bê lidarxistin, em dixwazin êrîşên qirkirinê yên 3’yê Tebaxa 2014’an dest pê kirin bidin ber çavên xwe û dûvre jî pêşketinan bafirînin. Em dixwazin di konferansê de pêşdîtinên ku piştî êrîşê wê çawa li Şengalê jiyan mimkûn be û nêrînên têkîldarî siberoja Êzidiyan nîqaş bikin. Em ê berpirsiyartiya civaka navneteweyî jî di konferansa xwe de bikin mijar.”