2015’an ji ya ku dihate payin 200 hezarî kêmtir penaber çûne Elmanyayê
Li gorî reqemên ku Wezareta Karê Hundir ê Elmenyaya Federal dayin, 2015’an ji ya ku berê hatibû ragihandin 200 hezar kêmtir penaber hatine.
Li gorî reqemên ku Wezareta Karê Hundir ê Elmenyaya Federal dayin, 2015’an ji ya ku berê hatibû ragihandin 200 hezar kêmtir penaber hatine.
Li gorî vê li Elmanyaya ku 1,1 milyon penaber ketibû sîstema tomarê ya penaberan a Easyê, 2015’an 890 hezar penaber ketinê. Ji van penaberan 820 hezarî ji bo îltîcayê serî lê dane, 50 hezar jê jî piştî serlêdana penaberiyê ti agahî nedaye. Ji ber ku gelek penaberan li gelek eyaletan bi hev re hatine qeydkirin tê gotin 200 hezar kes bi şaşîtî zêde hatine hesibandin.
Wezîrê Karê Derve Thoma Maîzîere diyar kir, piştî serlêdanê penaberên ku ti agahî nedane dibe ku li welatê xwe vegeriya bin an jî çûbin welatekî dî. Wezîr diyar kir îsal 210 hezar penaber hatine welêt.
Li Elmanya di navbera penaberên ku hatin welêt û yên ku serî li îltîcayê dane ferqeke zêde heye. 2015’an ku penaber herî zêde bûn yên ku serî li Daîreya Penaber û Koçberiya ya Federal (BAMF) dayin 476 hezar bûn, îsal jî di 8 mehên pêşî de serlêdan bûne 577 hezar. Ev jî nîşan dide beşekî zêde yên penaberan serlêdanên xwe vê salê kirine.
Ku were berçavkirin ji destpêka 2015’an ve hijmara penaberên hatine welêt 1,1 milyon derbas kiriye û penaberên ku heta dawiya salê wê werin jî werin hesabkirin, serlêdana îltîcayê ya îsal wê rekorê bişikîne.