Amûra Rosetta bi awayekî serkeftî peywira xwe bi dawî kir

Amûra fezayê Rosetta ku ev 12 sal in li fezayê ye û ji 2 salan ve ye têkildarî stêrika dûmdar Chûryûmov- Gerasîmenko (67/P) agahî berhev dikirin peywira xwe bi dawî kir.

Amûra fezayê piştî ku peywira xwe bi dawî kir bi hişkî xwe li stêrka dûmdar danî û betal bû.

Amûra fezayê Rosetta ku 2004’an ji hêla Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ve şandibûn fezayê, ji Tebaxa 2014’an ve têkildarî stêrika dûmdar Churyumov- Gerasîmenkoyê agahî berhev dikirin. Amûr îro beriya ku li stêrka dûmdar bikeve ji hêla ESA’yê ve hate betalkirin, ji bo ku sînyalên ku wê bişîne ziyanê nede frekansên radyoyê ku ji bo misyonên din dihate bikaranîn, hate astengkirin.

Rosetta heta niha têkildarî Churyumov-Gerasîmenkoyê gelek wêneyên peykî gihandibûn navenda ESA’yê ya li Darmstandt a Elmanyayê