Danîmarkayê Belgeyên Panama yên bi sedan kesî kirî

Têkildarî Belgeyên Panama ku di meha Nîsanê de li tevahiya cîhanê deng veda, dihat meraqkirin ku welatên navê welatiyên wan di nav van belgeyan de derbas dibe, wê çi bikin. Di vî warî de Danîmarkayê gaveke berbiçav avêt.

Ji musteşarên Wezareta Maliyeyê ya Danîmarkayê Jîm Sorensen da xuyakirin, ku welatê wî agahiyên veşartî yên li ser welatiyên wan ên navê wan di belgeyan de derbas dibin, kirî ye. Sorensen ragihand, ev belge bi 6 mîlyon kronî ( 810 hezar euroyî) ji 'çavkaniyeke anonîm' hatine kirîn û anî ziman, ku belgeyên li ber destê wan di asta bendewariyên wan de girîng in.

Sorensen da zanîn, belgeyên li ser qaçaxçitiya bacê ya bi sedan welatiyên Danîmarkayê gihîştine ber destê wan.

Li gorî hikûmetê, têkildarî 500 kesên navên wan di Belgeyên Panamayê de derbas dibin, 320 dosyayên veşartî hene.