Pisîk jî gefê li ekosîstemê dixwin

Tevî nifûsa mirovan, nifûsa pisîkan jî gelekî zêde dibe. Li gorî zanyaran, zêdebûna hejmara pisîkan, qira gelek celebên heywanan tîne.

Li gorî lêkolînek li Awûstralyayê hat kirin, di nava heywanên bi pêsîr de yê herî nêçirvan e, pisîk in. Di encama lêkolînê de hat destnîşankirin, ku pisîk gefeke mezin li ekosîstemê dixwe. Pisîkên ku tevî mirovan li çar aliyên cîhanê belav bûne, rola wan a di qelihîna gelek celebên çûkan de, diyarker e.

Zanyarê Awûstralyayî Tîm Doherty û ekîba wî, li ser lîsteya heywanên koka qira wan hatiye, lêkolînek kir. Li gorî lêkolînê, 596 celebên xeterî li ser wan hene û 142 cure heywanên qira wan hatine, di zêdebûna nifûsa pisîkan de bandoreke neyînî kirine.

Li gorî lêkolînê, zêdebûna pisîk û kûçikan bandor li rêjeya ji sedî 58'an a çûk û heywanên bi pêsîr û kişok kiriye.

Pisîk celebekî welê yê heywanan e, ku hemû heywanên ji xwe biçûk, bêyî pêwîstiya xwe pê hebe jî, dikuje. Zanyar dibêjin, eger xwediyên pisîkan toqa bi zingil an jî bi reng li stuyê pisîkan girê bidin, wê bi vî rengî karibin pêşî li nêçirvaniya pisîkan bigirin.