Êrîşên nîjadperestî yên li Elmanyayê zêde bûn

Li Elmanyayê êrîşên li dijî xebatkarên çapemeniyê û siyasetmedarên mafên penaberan diparêzin, zêde bûn.

Li gorî bersiva li pêşniyar pirsa Partiya Keskan (Grune) hat dayîn, tevî êrîşên li dijî penaberan, li xebatkarên çapemeniyê û siyasetmedarên mafên penaberan diparêzin, bi sedan êrîşên fîzîkî yên nîjadperestî, gef û heqaret hatine kirin.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, ji destpêka vê salê heta nava meha Îlonê, li dijî siyasetmedaran bi giştî 813 caran sûc hatiye kirin û 18 ji van êrîşên fîzîkî ne. Êrîşên din jî; gef, zext, gotinên nefretê, şewat an jî zerardayîna li mal e.

Li gorî daneyên wezaretê, tê îdîakirin ku 97 ji van êrîşan ji komên çep ên radîkal, 384 jî ji rastgirên tund hatine. Di 298 bûyeran de jî armanca polîtîk a êrîşkaran nehatiye tespîtkirin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir, 54 ji 93 sûcên îsal li dijî rojnamevanan hatine kirin, ji kesên rastgir hatine. Ji 18 bûyeran jî komên çep berpirsyar hatin girtin. Hejmara rojnamevanên bûn hedefa êrîşa devkî û fîzîkî ya biyaniyan, 6 e.

Di bersiva wezaretê de hat ragihandin, zêdeyî 250 malperên înternetê yên rastgir jia liyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) ve hatiye şopandin.