Pêwîstiya dibistanên li Elmanyayê bi razemeniyek ji 34 mîlyar Euoryî heye

Li gorî raporek ji aliyê Banka Pêşvebirinê ya Elman (KfW), bi hezaran dibistanên cemaweriyê di rewşeke neyînî de ne. Di raporê de hat gotin, ji bo tamîrkirin û bicihanîna pêdiviyên dibistanan, pêwîstî herî kêm bi 34 mîlyar Euroyî heye.

Di rapora KfW a li ser rewşa malî ya bajar û gundan û xebatên înşaetê de tê gotin, ji ber derengmayîna gelek razemeniyan, tê payîn ku gelek saziyên perwerdeyê yên li welêt zerarê bibînin. KfW'ê ragihand ku par ji bo avakirin û tamîrata dibistanên li gelemperiya welêt, 2,9 mîlyar Euro hatine xerckirin û destnîşankirin, ku ev yek bi 1,3 mîlyarî kêmî ya sala 1995'an e.

Li gorî rapora KfW, ji ber kêmbûna budçeya înşaet û tamîrê ya dibistanan, dibe ku di dema pêş de zerareke cidî li sîstema perwerdeyê ya li Elmanyayê bibe