Şahê Ûrdûnê teklîfa avakirina hikûmetê da Hanî Al- Meleqî

Ajanasa Nûçeyan a Ûrdûnê (Betra) ragihand ku Şahê Ûrdûnê Abdûllahê Duwemîn hikûmeta Hanî Al-Meleqî erê kir û di heman demê de avakirina hikûmetê teklîfî Hanî Al-Meleqî kir.

Di biryara teklîfê ya Şahê Ûrdûnê de hate gotin ku "Şahê Ûrdûnê te erkdar dike ku tu hikûmetê ava bike."

Şahê Ûrdûnê tekez kir ku hilbijartinên Meclîsa Qanûnsaz a li Ûrdûnê çêbibe wê di pêşeroja siyasî gaveke girîng be û ji Meclîsa Qanûnsaz dixwaze ku karê xwe pêşbixin û got; “Gaveke sereke di sazkirina siyaseta Ûrdûnê de ew e ku dive hikûmet piştgirî bide desteya hilbijartinê ya serbixwe ji bo ku hilbijartinên Meclîsên Şaredariyê û Meclîsên Parêzgehan bi awayeke zelal û serkeftî derbas bibin. Di heman demê de dive amedekirin ji van gavan re bêne kirin ku hemwelatî tevlî van hilbijartinan bibin ku rengê demokrasiyê hê bêhtir bi pêş bikeve û rola hemwelatiyan di biryarên giştî de hebe.”

Şahê Ûrdûnê di daxuyaniya teklîfê de wiha got; "Berpirsyariya têkoşîna li hember terorîstan erka wan a ji bo parastina Îslama Rast û civaka xwe û pêşeroja nifşên welat e ku li dijberî fikra radîkal a bi siyaseteke leşkerî, ewlehî û îdolojîk e. Divê hikûmet bi dîplomasiyeke berpirsiyar rengê vî welatî bide, li gor hevpeymanên navneteweyî û têkiliyên xwe yên navneteweyî ve xizmeta dozen Ereb û Îslamî bike”.