Swîsreyiyan xwestin girtiya Baskî Nekane bê berdan

Bi sedan kes li Swîsreyê daketin qadan û xwestin rojnamevan Nekane Txapartegî bê berdan, ku li ser daxwaza Spanyayê li Zurîchê hate girtin.

Rojnamevana Baskî Nekane Txapartegî, li ser daxwaza Spanyayê di Nîsana 2016'an de li Swîsreyê hatibû girtin û li girtîgeha Zurîchê hatibû bicihkirin. Ji bo berdana Txapartegî bi sedan kes li bajarê Bern ê Swîsreyê daket qadan.

Girseya gel bi pêşengiya SOLÎTARÎTE, omên çep, sosyalîst û antî faşîst ên Swîreyî li meydana Rathaûsê li hev civiya û xwest, Nekane azad bibe.

Parêzerê Nekane Olîvîer Peter li vir axivî û diyar kir, muwekîla wî li ser daxwaza Spanyayê bi rengekî nehiqûqî ji aliyê dewleta Swîsreyê ve hatiye girtin û hewl tê dayîn radestî Spanyayê were kirin. Peter da xuyakirin, ku muwekîla wî Nekane tê sûcdarkirin ku endama ETA'yê ye û ragihand, Swîsre bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re, Nekane ya weke penabereke siyasî li Swîsreyê dijî, li ser daxwaza Spanyayê mehkeme dike.

Piştî axaftina Peter, girseya gel bi qîrîna "Azadî ji Nekane re" dest bi meşê kir û heta Reîtschûle meşiya.

Di dema meşê de wêneyên Nekane ya Baskî hat hilgirtin û bang li dewleta Swîsreyê hat kirin, ku derhal dawî li vê bêhiqûqiyê bîne.

Piştî meşê girseya gel beşdarî konsera li meydana Reîtschûle bû, ku ji bo piştgiriya Nekane hat lidarxistin.

NEKANE TXAPARTEGÎ KÎ YE?

Rojnamevana Baskî Nekane Txapartegî, li ser daxwaza Spanyayê ji Nîsana 2016'an û vir ve li bajarê Zurîch ê Swîsreyê girtî ye. Spanyayê îdîa dike ku di sala 1999'an de têkiliya Nekane bi ETA re hebû û ji Swîsreyê dixwaze ku Nekane ya weke penabereke siyasî li Zurîchê dijî, radestî wan bike.

...