Li Kolombiyayê Peymana Aştiyê hat morkirin

Di encama danûstandinên 4 salan ên ji bo qedandina şerê 52 salan ê li Kolombiyayê, Peymana Aştiyê hat morkirin. Bala her kesî êdî li ser referandûmê ye ku wê di 2'ê Cotmehê de bê lidarxistin.

Beriya niha hatibû plankirin, ku peymana aştiyê li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li New Yorkê were îmzekirin. Lê belê ji ber ku têkildarî gelek rêveberên FARC'ê de li qada navneteweyî biryara lêgerînê heye, peyman li Kolombiyayê hat îmzekirin. Peyman wê li paytext Bogota bihata îmzekirin, lê belê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên lîderê welatê navbeynkar Kubayê Fîdel Castro, peyman li bajarê Cartagena de Îndîas ê perava Atlantîk hat îmzekirin.

Li ser navê hikûmeta Kolombiyayê Serokdewlet Jûan Manûel Santos û li ser navê FARC'ê jî lîderê tevgerê Tîmoleon Jîmenez (Tîmoşenko) mora xwe danîn binê peymanê. Di merasîma îmzekirina peymanê de Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon, Serketerê Giştî yê Rêxistina Dewletên Amerîkayê Lûîs Amagro, Serokên Banka Cîhanê û Fonê Pereyan ê Navneteweyî, serokdewletên 15 welatan amade bûn. Her wiha wezîrên karên derve yên 26 welatan beşdarî merasîmê bûn.

Di dema îmzekirina Peymana Aştiyê ya ji 297 rûpelan de, balkêş bû ku pênûsên sembolîk ên bi şeklê fîşekê, hatin bikaranîn.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ HEBÛNA FARC'Ê DI 'LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ' DE SEKINAND

Beriya peyman were morkirin, Yekîtiya Ewropayê li ser ragirtina FARC'ê di 'Lîsteya Rêxistinên Terorê ya YE' de daxuyaniyeke girîng da. Yekîtiya Ewropayê ragihand, ku hebûna FARC'ê li lîsteyê hatiye sekinandin. Bi vê biryarê re hewl tê dayîn destek ji atmosfera erênî ya bi peymanê re derketiye holê bê dayîn.

LI DIJÎ XETERIYA KOMKUJIYÊ WÊ GERÎLA JI ALIYÊ LEŞKERAN VE BÊN PARASTIN

Peymana Aştiyê divê di 2'ê Cotmehê de ji aliyê gelê Kolombiyayê ve di referandûmê de bê erêkirin. Li gorî referandûmê, gerîla wê li 20 herêmên cuda yên berê hatine diyarkirin li hev bicivin û di nava 180 rojî de çekên xwe radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî bikin. Li ser hejmara gerîlayan FARC'ê hê ti daxuyanî nedaye. Hikûmet îdîa dike ku bi qasî 6 hezar 700 gerîla bi rengekî çekdarî têdikoşin. Tê gotin, ku tevî vê yekê 10 heta 15 hezar hêza milîs heye. Li gorî peymanê, ji bo gerîla ji êrîşên gengaz ên paramîlîter bên parastin, wê bi qasî 15 hezar leşker gerîlayan biparêzin.

Weke xeteriya herî mezin a li dijî gerîlayan jî komên çete û paramîlîterên rastgir ên hê li welêt aktîf in, tên nîşandan. Ji xwe, bi hezaran endamên partiya Yekîtiya Demokratîk (Union Patriotico) ku di salên 1980'î de ji aliyê endamên FARC'ê ve hatibû damezrandin, ji aliyê komên paramîlîter ve hatibûn qetilkirin.

FARC WÊ LI SENATO Û MECLÎSÊ BÊ TEMSÎLKIRIN

Piştî ku Peymana Aştiyê ji aliyê gel ve hat erêkirin û peyman ket meriyetê, wê weke gava destpêkê di Senato û Meclîsê de du nûnerên FARC'ê hebin. Lê ji bo niha wê mafê dengdayînê yê van her du endaman nebe.

Piştî hilbijartinên destpêkê yên sala 2018'an, encama xwe çi dibe bila bibe, wê li her yek ji her du saziyan 5 kursî ji FARC'ê re bên dayîn. Senato ji 106, Meclî jî ji 166 endaman pêk tê.

SÛCDAR WÊ LI DADGEHÊN TAYBET BÊN DARIZANDIN

Dîsa li gorî peymanê, têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê yên di şerê navxweyî yê 52 salan de hatin kirin, ku di vî şerî de zêdeyî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, wê dadgeha taybet bê avakirin. Li van dadgehan wê endamên FARC'ê yan jî endamên artêşê yên tevlî sûcên giran bûne, bên darizandin. Her wiha ji bo bibin alîkar ji ronîkirina sûcên giran, yên 'li sûcên xwe mikur bên' wê cezayên wan bên kêmkirin.

QADÊN BEJAHÎ WÊ WERIN PÊŞVEBIRIN

Yek ji xalên herî girîng ên Peymana Aştiyê jî têkoşîna li dijî newekheviya aborî ye, ku yek ji sedemên bingehîn ên şerê navxweyî ye.

Di peymanê de tê destnîşankirin, ku wê ji bo pêşvebirina qadên bejahî hewldanek taybet bê kirin, tapûya erdê gundî lê kar dikin li gundiyan bê belavkirin, karê wan bê hêsankirin û erdê ji wan hatine girtin, li wan bên vegerandin.