Yekîtiya Ewropa li ser polîtîkayên parastina hevpar disekine

Wezîrên Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê, ji bo polîtîkayên parastina yekîtiyê binirxînin îro li paytexta Slovakya Bratîslavayê li hev dicivin. Tê payîn di vê civînê de planên Elmanya û Fransa yên li ser pîşesazî û hêza parastina hevpar derkevin pêş.

Piştî ku Brîtanyayê bi rêya referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve, nîqaşên li ser avakirina artêşa hevpar a YE zêde bûn. Di civîna bilind a Wezîrên Parastinê de, ku wê îro pêk were, wê li ser detayên vê polîtîkaya bi pêşengiya Elmanya û Fransayê hatiye amadekirin, bê axaftin.

Di nava mijarên ku her du welat ji bo pêkanîna wan zextê dikin; avakirina Biryargeha Hevpar a Timî ya YE, diyarkirina erka yekîneyên parastina hevpar ên beriya niha hatibûn avakirin û avakirina yekîneyên seyra yên di rewşeke lezgîn de tevbigere, hene. Yek ji mijara ku derdikeve pêş jî hevparkirina pîşesaziya parastinê ye.

Pêşniyarên Elmanya û Fransayê yên hevparkirina razemeniyên parastinê yên Yekîtiya Ewropayê û di lêçûnên parastinê de cihdana ji aktorên Ewropî re, çend ji mijaran w ku wê di vê civîna bilind de bên nîqaşkirin.

Piştî vê civîna li Bratîslavayê, tê payîn ku heta dawiya vê salê nexşerêyek bê amadekirin. Lê belê biryarên dawî yên li ser polîtîkayên parastinê, çav li rê ye ku di civîna bilind a Wezîrên Parastinê ya meha Mijdarê de bên standin.