Hikûmeta Ûrdûnê kuştina Nahid Hetter şermezar kir

Ajansa Nûçeyan a Ûrdûnê ( Betra ) ragihand ku Wezîrê Dewletê yê Ragihandinê û Berdevkê Fermî yê hikûmetê Mihemed Al-Mominî kuştina rojnamevanê Ûrdûnî Nahid Hetter şermezar kir..

Ajansa Nûçeyan a Ûrdûnê ( Betra ) ragihand ku Wezîrê Dewletê yê Ragihandinê û Berdevkê Fermî yê hikûmetê Mihemed Al-Mominî kuştina rojnamevanê Ûrdûnî Nahid Hetter şermezar kir..

Al-Mominî tekez kir ku baweriya wan bi dadweriya Ûrdûnê û hêzên ewlekariyê heye ku wê vê bûyerê bişopînin û ceza bidin kujer.  Al-Mominî bal kişand ku ew destê ku dirêjî Hetter bû wê cezayê xwe li gor qanûnên Ûrdûnê bibe û wê ji her yekî ku dixwaze gunehkariyekê bike bibe bersiv.

Al-Mominî li ser tewanbariya bi ser Hetter de pêk hat, ji ber helwest û bersivên rêberên civaka sivîl û tevgerên siyasî û dezgehên ragihandinê spasiyên xwe pêşkêş kir.