Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Borîs Johnson di serdana xwe ya li Îtalyayê de xwestibû, ku zext li penaberan bên kirin ji bo vegerin Lîbyayê. Johnson xwestibû, bot û keştiyên hewl didin di ser Derya Spî re derbasî Îtalyayê bibin, li Lîbyayê werin vegerandin.
Ev daxwaza Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê rê li ber nîqaşan vekir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) niha li Lîbyayê bi sed hezaran penaber hene ku li benda çûyîna welatên Ewropayê ne. Nûnerê Taybet ê Lîbyayê yê NY Martîn Kobler ji rojnameya La Stampa re axivî û got, 235 hezar penaber niha li Lîbyayê li benda firsendekê ne ji bo derbasî Ewropayê bibin.
Ev hejmar bi du qatan ji penaberên îsal hatin Îtalyayê zêdetir e. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê hejmara penaberên ji destpêka salê ve xwe gihandine Îtalyayê, 128 hezar derbas kiriye.